BİYOGRAFİ KURDÎ

Arjen Arî:dem kal,ez pîrekal,zeman lal

Helbestkarê Kurd ê ku di helbesta Kurdî ya hevçerx de hê ji sêrî de dengekî xweser ji xwe re zeft kiriye û li pey xwe gelek risteyên bedew hiştine.

Arjen Arî di sala 1956’an de li devera Mahsertê ya Mêrdînê, li gundê Çalê ji dayîk bûye. Di sala 1979’an de Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê, Beşa Zimanê Tirkî kuta kiriye. Di destpêka jîyana xwe ya nivîsînê de wî helbestên bi Tirkî nivîsîne, paşê dest ji Tirkî kişandiye.

Arî di sala 1976’an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hatiye girtin, wê hingê polêsan dest danîne ser helbestên wî yên bi Kurdî û Tirkî, ew bi xwe bi qasî hefteyekê girtî maye, hatiye berdan, lê helbestên wî ta niha jî di mexzena Dadgeha Nisêbînê de bendî ne.

Digel ku wekî cara pêşîn di dawîya salên 1970’yî de di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatine weşandin, a rast, helbesta wî ya pêşîn di belavokekê de weşîyaye ku li herêma Mêrdînê di nava gel de hatiye belavkirin. Her wisa, berîya 12’ê Îlonê helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve di henga xebatê de bi stranî hatine gotin.

Arî, piştî 12’ê Îlonê, ji welêt neçûye dereke din, helbestên wî li derveyê welêt, di weşanên Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Jiyana Rewşenê hatine weşandin.

Arî di sala 1992’yan de li Nisêbînê li ber derîyê mala xwe tûşî êrîşeke çekî hat, bi birîndarî ji wê êrîşê xelas bû, paşê li Amedê bi cî bû û heta mirina xwe li wir jîya.

Arjen Arî di sala 2012’an de bi nexweşîya penceşêrê ket û di 30’yê Kewçêra heman salê de koça dawî kir.

Berhemên wî: Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Ev Çiya Rûspî ne, Destana Kawa, Eroûtîka, Bakûrê Helbestê, Şêrgele, Çil Çarîn, Bîhoka Li Pişt Sînor, Payîza Peyvê, Kulîlkên Be’îvan û Gorî û Bindest.

Helbest a Ji Kîşweran Payîz e Niha

Sal him bi him zeman pîr dikin / Heyv li kevan e geh, geh roj li ava /Bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa
Dem kal, ez pîrekal, zeman lal / Delalê, ji kîşweran payîz e niha!

Benzer Haberler

QSD:Cihên dawîn ên di destê DAIŞê de hatine kontrolkirin.

nupel haber

Biden Diyar kir ku ew ê bo Serokatiya DYA’yê bibe namzet

nupel haber

Em amade ne leşkerên xwe li sînor bicih bikin

nupel haber

Şahiyên Newrozê: Dengê daxwazên hezaran sala

nupel haber

Rojnameger Şoreş Mistefa hate bîranîn

nupel haber

Li Stenbol namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu li pêş e

nupel haber

Yorum Yap

istanbul escort