BİYOGRAFİ

Mûsa Anter: Navekî sembol û şexsîyeteke nemir

Nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrê Kurd ê ku ji nîvê sedsala 20. û pê de bi çalakîyên xwe yên di warê rojnamevanîyê, nivîskarîyê û weşangerîyê de ji bo Kurdan bûye navekî sembol û şexsîyeteke nemir.

Mûsa Anter, bi leqebê xwe, Apê Mûsa, di 1920’î de li gundê Zivingê yê Stîlîlîya Nisêbîna Mêrdînê ji dayîk bûye. Dêya wî Fesla li welatê me yek ji muxtarên jin ên pêşîn e. Wî dibistana seretayî li Mêrdînê, a navîn û amadeyî li Edeneyê xwendiye, paşê jî Peymangeha Hiqûqê ya Zankoya Stembolê kuta kiriye. Di 1944’an de bi Ayşe Haleya keça Evdirehîm Rehmî Zapsû re zewicîye.

Anter cara pêşîn di dema Serhildana Dêrsimê de di heyna xwendekarîya xwe de hatiye destgîrkirin û 45 rojan girtî maye bi sedema ku ji dêya Atatürk re daye dijûnan.

Anter bi hevkarîya Canip Yıldırım û Yusuf Azizoğlu rojnameya İleri Yurt weşandiye û ji ber helbesta bi navê Qimil a ku di rojnameyê de belav kiriye di 1959’an de di Doza 49’an de hatiye darizandin. Anterê ku bi efûya Derbeya 27’ê Gulanê hatiye berdan di kovarên Dengê, Barış Dünyasıyê û Yönê de nivîs nivîsîne. Di 1963’yan de li dû Doza 23’yan dîsa hatiye girtin û di bendîxaneyên Mamakê, Sultan Ahmetê, Balmumcuyê, Seyrantepeyê û Nisêbînê de maye. Di henga Derbeya 12’ê Rezbera 1980’yî de careke din hatiye girtin. Apê Mûsa di saxîya xwe de 11,5 salan di bendîxaneyan de maye. Anter ji damezirînerên DDKO’yê, partîya bi navê HEP, Navenda Çandî ya Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ye.

Apê Mûsa di 20’ê Rezbera 1992’yan de li taxa Seyrantepeyê ya Amedê tûşî êrîşekê hat, bi destê dewleta Tirk hate gullebarankirin û kuştin. Gorra wî li Stîlîlîya Nisêbînê, di baxçeyê mala wî de ye.

Berhemên wî: Birîna Reş/Kara Yara, Qimil/Kımıl, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Hatıralarım I (Bîrhatîyên Min I), Hatıralarım II (Bîrhatîyên Min II), Weqayîname (Vakayiname), Ferat Dikişe Marmarayê (Fırat Marmara’ya Akar) û Çinara Min.

Benzer Haberler

Ahmed Arif

nupel haber

Arjen Arî:dem kal,ez pîrekal,zeman lal

nupel haber

ADİLE NAŞİT

nupel haber

Jiyana Jineka Efsûnî; Fatma İsa

nupel haber

Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov

nupel haber

BARIŞ MANÇO

nupel haber

Yorum Yap

istanbul escort