GÜNDEM KURDÎ

Osman Aytar: Çima dema ’Hêza tesîrê pinpinîkê’ a perwerdeya bi zimanê Kurdî ye?

Wekî tê zanîn, taybetî jî di medyaya sosyal de, carnan hin munaqeşeyên li ser zanîn, fêrbûn, axaftin û nivîsandina bi Kurdî pirr rehetî rê li ber gotinên giran vedikin. Di zanîn, fêrbûn, axaftin û nivîsandinê de ji biçûkdîtina rola zimanê zikmakî heta fetişîzmê nêrîn tên ziman. Herçend ziman ne stûnekî yekta yê netewan be jî, bêşik ziman yek ji ew stûnên tayinker ên nasnameyên netewan e. Ji bo neteweyên bêdewlet ên wekî Kurdan ku taybetî jî li Bakurê Kurdistan li ber asîmîlasyona piralî ne, rola zimanê zikmakî pirr girîngtir e. Ji ber wê jî divê rê û metodên maqûl, realîst û pêwist bên dîtin.

Bi riya kampanyayên fêrbûn, axaftin û nivîsandina Kurdî bêşik hin pêşketin dikarin bên kirin û di metodên weha de îsrarkirin pirr girîng e. Lê ew ji bo bikaranîna zimanê Kurdî ji aliyên hemû Kurdan hel nakin. Taybetî jî di pêvajoya îro ku teknolojîyên agahdarîyê rolên girîng dileyizin de, wexta perwerdeya bi zimanê Kurdî ji hêlînên zarokan heta ûnîversîteyê neyê qebûlkirin û li gor wê gav neyên avêtin di vî warî de pirsên bingehîn çareser nabin. Tecrûbeya Kurdistana Başûr li ber çavan e. Ger îro zimanê Kurdî li Kurdistana Başûr bi rehetî zimanê hevbeş ê hemû Kurdan e û wexta Kurdan desthilatî girtin pirsa ziman bi awayên giştî nebû pirseke mezin, yek ji sebebên bingehîn ew bû ku di dema Baasîyan de jî Kurdî wekî zimanekî resmî li Kurdistanê zimanê perwerdeyê bû.

Bi perspektîfên weha li pirsa perwerdeya bi Kurdî nêrîn, dikare wekî ’Hêza tesîrê pinpinîkê’ (’Kelebek etkisi’) bi xwe re gellek guhertinên din ku dikarin tesîrên girîng li ser nasname û hestên neteweyê yên Kurdan bikin, stûna zimanê zikmakî xurttir bikin bînin. Wekî tê zanîn DDKD (Devrimci Demokratik Kültür Derneği/ Komeleya Kulturî ya Demokratik a Şoreşger) û DDKAD (Devrimci Demokratik Kadınlar Derneği/ Komeleya Jinan a Demokratik a Şoreşger) ku di dawîya salên 1970î de slogana “Perwerdeya bi zimanê zikmakî” (“Ana dille eğitim”) kiribûn yek ji şîarên bingehîn di vî warê de tecrûbeyeke girîng e. Di platformên mamoste û xwendekaran de jî DDKD û DDKAD bi navê Mamosteyên Demokratên Şoreşger û Xwendekarên Demokratên Şoreşger pirsa “Perwerdeya bi zimanê zikmakî” kiribû şîareke bingehîn.

Platforma Zimanê Kurdî ku li payizê (29.10.2018) bi beşdarbûna Hereketa Azadî, DBP (Demokratik Bölgeler Partisi/ Partiya Herêmên Demokratîk), HDP (Halkların Demokratik Parstisi/ Partiya Demokratîk a Gelan), ÖSP (Özgürlük ve Sosyalizm Partisi/ Partiya Azadî û Sosyalîzmê), PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê/ Kürdistan Özgürlük Partisi), PDK-Bakur (Platforma Demokratên Bakur/ Kuzey Demokratları Platformu), PDK-T (Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye/ Kürdistan Demokrat Partisi-Türkiye), PÎA (Partiya Însan û Azadiyê/ İnsan ve Özgürlük Partisi) û PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê/ Kürdistan Sosyalist Partisi) li Diyarbekirê hate damezirandin jî di vî warî de gaveke gellek girîng e; perwerdeya bi Kurdî jî tê de karûbarên ku danîye pêşîya xwe dikarin di warê ziman de bibin gavên têrmane.

Di vî warî de mînak û tecrûbeyên din jî hene. Li ser bingehên van tecrûbe û mînakan divê hin rê û metodên nû û berfireh bên bikaranîn ku pirsa zimanê zikmakî, bi girêdanên ligel hin peymanên navneteweyî û mafên mirovî û grûbî yên giştî bibe yek ji şîar û daxwazên sereke. Perçeyekî vê armancê divê ev ”Dersa bijarte” ku nuha ji bo sinifa 5 a dibistanan heye bi

kampanyayên taybet bibe tercîha miljonan zarokên Kurdan, şîar û daxwaza ji hêlîna zarokan heta unîversîteyê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî bê bilindkirin. Ji ber wê jî, divê şîar û daxwaza ‘Perwerdeya bi zimanê Kurdî’ ne wekî yek ji gellek daxwazên rojane, di nav lîsteyên dirêj de bimîne. Tam berevajî divê ev şîar û daxwaz di her warî de bê bilindkirin. Heta dê ne çewt be ku Kurd di nava çend salan de li her derê û her roj bi gotin, nivîsandin û çalakiyên din bi deng û rengên milyonan bibêjin:

JI NUHA VE PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ!

KÜRTÇE EĞİTİM HEMEN ŞİMDİ!

/Nupel/

Benzer Haberler

Seçmen sandık başında: Oy verme işlemi başladı

nupel haber

Dünya basını: Erdoğan iktidarı yenildi

nupel haber

Êzidi kadınlar kurulacak uluslararası mahkemeye müdahil olmak istiyor

nupel haber

Salih Mûslim: Pêdivîye Turkîya hizr a xwe biguhere

nupel haber

Qesra Spî: di kontrola DAIŞê de xak nema

nupel haber

Yemen’de kolera salgını: Olağanüstü hal ilan edildi

Yorum Yap

istanbul escort